Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa -KCDK-E. bi daxuyaniyekê êrîşa Polîsên Belçika li avêtina ser televizyonên Kurd şermezra kir û got;

Li dijî hewldana bêdengkirina çapemeniya azad, em banga xwedîderketina li televîzyonên xwe li gelê xwe dikin.

KCDK-E got; Dewleta Belçîka ku li navenda Ewropa ye û qala demokrasî û mafên mirovan dike, avête ser televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV.

Ew televizyon dengê gelê Kurd in. Em vê serdegirtin û dorpêçkirinê şermezar dikin.

Em bang li dewleta Belçîkayê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya antî demokratîk berde.

Em bang li gelê xwe yên Ewropa dikin ku xwedî li deng û îradeya xwe derkeve, tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo xwedîderketina li televîzyonên xwe seferber bibe.