Ciwanên navçeya Tirbespiyê bi meşeke mişeleyan tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyan re anîn ziman.

QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dehan ciwanên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo meşeke li dar xistin.

Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pankartên bi nivîsên “Ji terora Erdogan re na, azadiya Rêber Apo mîsogeriya sîstema federal li Sûriyê û Rojhilata Navîn e” vekirin û mişle hildabûn.

Meş ji ber navenda ciwanan a navçeyê dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeya geriya. Di wê navberê de dirûşmeyên azadiya Ocalan dihatin berzkirin.

Meş li ber Parka Star a rojhilatê navçeyê rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin.

Piştre, Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a a Sûriyê Amanos Tirbespiyê axivî û berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de û greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû çalakgerên grevê silav kir û anî ziman ku çalakiyên grevê ji cîhanî re diyar dike ku gelê Kurd xwedî îradeyeke azad e û ji bo azadî û mafê xwe tê dikoşe.

Amanos di nava axaftina xwe de teqez kir ku çalakiyên wan ji bo azadiya Ocalan berdewam in.

Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ANHA