Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik diyar kir di sala 44’an de hedefa wan hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye û got, ‘’Jixwe niha faşîzma AKP-MHP’ê bi wê tirsê ye ku her gav hilweşe. Em dixwazin vê tirsê bikin rastî.’’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik diyar kir her êrîş, dagirkerî ya desthilata AKP-MHP’ê ya ji ber tirsê wê wê rûxandina wan nêzîktir bike û go, ‘’Me AKP-MHP anîn ber hilweşînê. Tecrîdê êdî ne ya meşandinê ye. Dewleta Tirk dagirkeriyên leşkerî jî bi zorê dimeşîne. Em ê li van her sê qadan jî têkoşînê mezin bikin. Em ê bikin ku Tirkiye demokratîk bibe, gelê Kurd jî bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Ji xwe dema ku ev armancên me bi cih hat, hingî mîna kevirê domîno wê bandorê bike û li Rojhilata Navîn guhertinên gelekî girîng biafirîne.’’

Em beşe dawî yê gotebêjiya bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik re par ve dikin ,ku ji bo salvegera damezirînê ya PKK’ê ev gotebêj hatibû kirin:

‘’Di serî de ji bo gelê Kurd, hûn ji bo model û paradîgmayeke ku gelên herêmê karibin bi hev re bi rengekî aştiyane bijîn, şer dikin. Lê belê hîn jî hêzên rojavayî û navneteweyî piştgiriyê didin dewletên dagirker. Ev hêz çima li ber mafên mafdar ên gelekî ji 50 milyon mirovî radibe?

DYE û Ewropa hîn jî piştgiriyê didin dewleta Tirk. Lê belê raya giştî ya li DYE û Ewropayê xwe nêzî dewleta Tirk nakin. Hêzên demokrasiyê û gel jî bi sempatî nêzî têkoşîna me ya azadiyê dibin. Lewma piştgirî ji dewleta Tirk bê dayin jî ev piştgirî ne mîna berê ye. Piştgiriya wan ne ji dil e. Yan jî piştgiriya wan mîna berê ne eşkere ye. Piştgiriyê bidin jî ji ber raya xwe ya giştî dem bi dem rexneyan dikin. Ev jî zorê dide Tirkiyeyê. Li aliyê din piştgiriyê didin jî, ji ber alîgiriya gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ya li tevgera me ya azadiyê, ji ber vê piştgiriyê tengav dibin.

Rojhilata Navîn cografyayeke welê ye ku hevsengiyên cîhanê lê têne danîn. Lewma helwesta dewletan hîn bêhtir balê dikişîne. Lewma bi vî rengî dibe hingî polîtîkayên zilmê yên dewletên navborî ji nedîtî ve tên; piştgirî ji wan re têne dayin. Ji ber ku Kurd li çar parçeyan hatine darbeşkirin û li qadeke mîna Rojhilata Navîn a cihê hevsengiyên cîhanê lê têne danîn têdikoşin, li zor û zehmetiyên bi vî rengî rast tên. Lê belê mîna dema şerê sar êdî dewlet bêşert û merc piştgiriya hev nakin. Piştî ku Kurd li Rojhilata Navîn veguherîn hêzeke girîng, polîtîkaya van dewletan a piştgiriya bêşert û merc ji bo Tirkiyeyê sist bû, bi demê re wê ev hêz Kurdan li ber çavan bigirin. Niha piştgiriyê didin hêzên qirker jî, heta ku têkoşîna me dewam bike, helwesta van dewletan wê mîna berê nemîne; wê hin guhertinan bikin.

Tê nirxandin ku statukoya berê hilweşiya ye, lê belê statukoya nû hînê ava nebûye. Di vê çarçoveyê de Şerê Cîhanê yê 3’emîn diqewime. Di dawiya vê pêvajoyê de hûn pêşdîtineke çawa li ser paşeroja Kurdistanê dikin? Rojhilata Navîn a paşerojê wê çawa be?

Em di wê baweriyê de ne ku piştî Şerê Cîhanê yê 3’emîn bi dawî bû û li Rojhilata Navîn hevsengiyên siyasî hatin danîn, Kurd wê li çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Kurd niha bi hişmendî û zîhniyeta xwe ya demokratîk ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li tevahiya cîhanê li pêş in. Sedsala 21’ê wê bibe sedsala demokrasiyê. Ji ber vê yekê civakên ku xwedî hişmendî û rêxistiniya demokrasiyê ne, derfetên xwe yên pêşketin û serketinê zêde bûne. Kurd niha xwedî îdeolojiya herî xurt a cîhanê ye. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji demokrasiyê re dikin. Li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê pêşeng in. Kurd bi jiyana xwe ya demokratîk û azad bandoreke girîng li van welatan dikin. Kurd ne bi zîhniyeta dewletperestiya neteweyî, lê bi zîhniyeta xwe ya demokratîk wê serketinên mezin bi dest bixin. Zîhniyeta netewe dewletê ji bo Kurdan metirsî ye, xefik e. Li ser bingeha neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û demokratîkbûna welatan, Kurd ne tenê li welatan wê li tevahiya Rojhilata Navîn bibe gelekî berzbûyî.

Êdî ne Tirkiye, ne Iraq, ne Sûriye, ne Îran ne jî Rojhilata Navîn wê mîna berê bimînin. Gelên Rojhilata Navîn ber bi serdema demokrasî û azadiyê ve gav avêtine. Rojhilata Navîn wê ji nû ve bibe cografya girîng a şaristaniyê. Bêguman wê di nava sînorên netewe dewletê yên heta niha li Rojhilata Navîn serwerin nefetisin. Ji ber ku îradeya demokratîk a gelan wê bi pêş bikeve, li Rojhilata Navîn serdema hegemonya zordar wê bi dawî bibe. Bi her welatî re wê li ser bingeha berjewendiyan têkiliyên demokratîk bêne danîn. Bêguman gelên ku xwe dispêrin îradeya demokratîk wê têkiliya bi hegemonya emperyalîst re qebûl nekin.

Şerê Cîhanê yê 3’emîn wê demeke din li Rojhilata Navîn dewam bike. Kurd wê di nava vî şerî de hîn jî berdêlan bide. Lê belê li ser bingeha rêxistinî, hişmendî û têkiliyên li herêmê û cîhanê danîne Kurd wê li Rojhilata Navîn bibe gelekî xwedî jiyana azad û demokratîk; bi pêşengiya ji demokratîkbûnê re wê di avakirina jiyaneke azad û demokratîk a ji bo gelên Rojhilata Navîn de bi rola xwe rabin.

Armanca PKK’ê ji sala 44’an çi ye?

PKK’ê di sala 43’an de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn gavên gelekî girîng avêt, pêşketinên girîng afirand. Gelê Kurd kir gelekî welê ku li her derê ji bo azadiya xwe têdikoşe. Kurd ji mirinê rizgar kir. Kefenê Kurdan çirand. Bêguman di serî de dewleta Tirk hêzên li ser Kurdan serwer in, dest ji polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan bernedane. Lê belê yên bi mejiyê qirker li ber hilweşînê ne. Yê ku bi esasî bi zîhniyeta qirker tevdigere dewleta Tirk e. Dijminên Kurdan hemû jî xwe dispêrin vê yekê. Di sala 44’an de dema ku me faşîzma AKP-MHP’ê hilweşand, ne tenê li Kurdistanê wê li tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên girîng pêk werin. Ji ber vê yekê em dixwazin di sala 44’an de faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Ji xwe di sala 43’an de li Garê ji hev ket, li Zap-Metîna-Avaşînê têk çû. Her wiha bi têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê re faşîzma AKP-MHP’ê gelekî lawaz bû û ketiye rewşeke zehmet. Faşîzma AKP-MHP’ê niha bi tirs û fikar e ku di her kêliyê de karibe bê hilweşandin. Em dixwazin vê yekê pêk bînin. Her êriş, her hilweşîna dagirker a ku desthilatdariya AKP-MHP ji ber tirsê bike, wê hîn bêhtir wê ber bi têkçûnê ve bibe.

Faşîzma AKP-MHP wê ji ber êrişa xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê poşman bibe, bê poşmankirin. Ji xwe eger PDK’ê piştgirî nedabûya dewleta Tirk, newêrî bû ji bejahî ve bê Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê belê helwesta PDK’ê cesaret da dewleta Tirk ku êrişên bi vî rengî bike. Êrişên dewleta Tirk wê dewam bikin. Em ê jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û her êrişê veguherînin têkçûnê. Eger hêzên demokrasiyê û gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de têkoşînê xurt bikin, wê desthilatdariya AKP-MHP’ê dawiya sala 2022’an nebîne.

Li gel hilweşandina faşîzmê ji bo azadiya Rêber Apo me dest bi pêngavekê kirine. Armanca herî girîng a pêngava ‘Dem dema azadiyê’ şikandina kilîda Îmraliyê ye. Sala 2021’ê di vê mijarê de karên gelekî girîng hate meşandin. Di serî de Bakurê Kurdistanê, Rojava û Ewropa têkoşîn bi vî rengî gihîştiye asteke girîng. Êdî bi qasî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û gelên cîhanê jî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Di vê çarçoveyê de hewldanên mezin têne kirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî ketiye rojevê. Şert û mercên dewamkirina tecrîda li Îmraliyê ji her alî ve êdî lawaz bûne. Êdî tê gotin ku li Tirkiye û Îmraliyê terîdeke bêhiqûqî tê meşandin û divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Me AKP-MHP anîn ber hilweşînê. Tecrîdê êdî ne ya meşandinê ye. Dewleta Tirk dagirkeriyên leşkerî jî bi zorê dimeşîne. Em ê li van her sê qadan jî têkoşînê mezin bikin. Em ê bikin ku Tirkiye demokratîk bibe, gelê Kurd jî bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Ji xwe dema ku ev armancên me bi cih hat, hingî mîna kevirê domîno wê bandorê bike û li Rojhilata Navîn guhertinên gelekî girîng biafirîne.

Têkildarî sala nû ya PKK’ê hûn dixwazin peyamên bi çi rengî bidin?

Pratîka PKK’ê ya 43 salan a bi pêşengiya Rêber Apo nîşan daye ku rêbaza siyasî, rêxistinî, rêveberî, jiyanê û têkoşînê dide qezençkirin. Lewma divê kadroyên me û gelê me vê rastiyê bibînin û eger pîvan û rêbaza PKK’ê di têkoşîna xwe de şênber bikin wê teqez bi ser bikevin. PKK ji ber ku pîvanên milîtaniyê bilind kiriye heta niha li ser piyan maye. PKK ji ber ku pîvanên welatparêziyê bilind kiriye, têkoşîna gel timî kiriye û îro bûye gelê pêşengê demokrasiyê li nava gelên Rojhilata Navîn.

Di sala nû ya PKK’ê de divê kadroyên PKK’ê xwe li ser xeta Rêbertî û pîvanên PKK’ê binirxînin, rexnedayina xwe bidin, rexne bikin û hêza xwe ya têkoşînê xurt bikin. Ji ber ku serketin bi zîhniyet, jiyan, rêxistin û pîvanên têkoşînê yên PKK’ê dibe. Di vê mijarê de li hin deveran kêmasî hene. Bi rexnekirin û rexnedayinê divê ev kêmasî ji holê bêne rakirin. Ti rêveberî û kadro divê bi kêmasiyan re nejîn. Modernîteya kapîtalîst niha xwe gelekî zirav kiriye, bi rengekî zexel xwe berdide nava jiyana kadro û rêxistinê. Li dijî taybetmendiyên takekesî, madiyatperestî, lîberal, lawaz û pasîf ên modernîteya kapîtalîst meşandina têkoşînê şert e. Dema ku têkoşîneke bi vî rengî nehate meşandin hingî kadro û rêxistin li pêşberî modernîteya kapîtalîst bêparastin dimînin. Bi vî rengî ruhê kadro lawaz dimîne, têkoşîna xwe kêm dimîne. Ev rastî divê were dîtin û li dijî her cûre neyîniyên modernîteya kapîtalîst ên li nava kadroyan têkoşîneke xurt bê meşandin. Di vê çarçoveyê de gelekî girîng e ku têkoşîna çînî û zayendî bê meşandin. Têkoşîna li dijî madiyatperestî, takekesî û lîberalîzmê dema ku bi têkoşîna çînî û zayendî re bû yek, hingî pîvanên PKK’ê diakrin bêne parastin, pêşvebirin û têkoşîn dikare bi ser bê xistin.

Dema ku kesayetiyeke bi vî rengî ya partiyê bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo re bû yek, hingî pêşketinên girîng dikare bê afirandin. Gelekî girîng e ku li şûna propagandayê û lidarxistin hin çalakiyên demkî, gel bê birêxistinkirin û civaka neteweya demokratîk bê avakirin.

Herî zêde gelê me zane bê PKK partî û tevgereke siyasî ya çawa ye. Partî û rêxistinên siyasî yên cuda jî dîtiye; bi jiyan, pratîk û kadroyên wê PKK nas kiriye. PKK tevgereke siyasî ye ku li pêş çavên gelê me hatiye nirxandin. Hezkirina Rêber Apo ya li gel, her wiha rola Rêber Apo ya di perwerdekirina gel de tê zanîn. Rêber Apo ji bo gel, ji bo jin, ciwan, extiyar û zarokan bûye mamoste. Ji bo gelê me di nava gelên cîhanê de bigihîne asta herî bi rûmet gelekî hewl daye. Ji ber vê yekê di navbera Rêber Apo û gelê me de têkiliyeke ku qut nabe çêbûye.

Bi perwerdeya Rêber Apo re pîvana welatparêziyê ya gelê me bilind bûye, di jiyana malbat û civakê de bûye xwedî taybetmendiyên demokratîk. Lê belê bi taybetî van 10 salên dawî taybetmendiyên madiyatperest, takekesî di nava gelê Kurd de jî hêdî hêdî bi bandor bûye. Çand û zîhniyeta modernîteya kapîtalîst a takekesî, madiyatperestî, ji nirxên manewî dûrxistin di nava gel de pîvanên welatparêziyê lawaz dikin. Li şûna nirxên weke Kurdîtî, azadî û jiyaneke demokratîk a ji bo Kurdistanê, jiyaneke madiyatperest û konformîzm derdikevin pêş. Li şûna azadiya civakî, azadiya gelê Kurd, bi navê azadiya şexsî fikrê azadkirina welat û gel lawaz dibe. Demokrasî jî weke sîstema rêveberiyê ya modernîteya kapîtalîst a ji bo kolekirina mirovan tê nirxandin. Feraseteke demokrasiyê û azadiyê ya di bin serweriya çîna serwer û koleyê kapîtalîzmê de, mirovan ji feraseta rasteqîn a demokrasî û azadiyê û ji têkoşînê dûr dixîne. Jiyan û zîhniyeta modernîteya kapîtalîst bi qasî mêtingeriya qirker û şerê taybet zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê û gelê Kurd. Kapîtalîzm ji her alî ve dijminatiya li Kurdan e. Lewma divê gelê me xwe ji jiyan û zîhniyeta modernîteya kapîtalîst vegire, bi nirxên manewî û civakî jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ji xwe re bike esas. Li ser vê bingehê divê xwe bi zîhniyeta modernîteya demokratîk bi rêxistin bike û di heman demê de li dijî qirkeriyê têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bike.

Rêber Apo bi rêya paradîgmaya nû dixwaze ku gel ne tenê tevlî çalakiyan û têkoşînê bibe, di heman demê de bibe civakeke rêxistinbûyî, bibe xwedî îradeya biryardanê. Ji ber vê yekê jî divê gelê me li her derê li komun û meclîsan xwe bi rêxistin bike û li ser bingeha demokratîk jiyana xwe binirxîne. Gelê me divê teqez li her derê xwe bike civaka rêxistinbûyî. Xwegihandina jiyana azad û demokratîk, azadiya Kurd û Kurdistanê bi civakeke bi vî rengî rêxistinbûyî dibe. Civaka rêxistinbûyî di heman demê de ew civake ku têkoşînê bilind dike û herdaîmî dimeşîne. Ji feraseta têkoşîn û rêxistinê ya ku tenê propagandayê dike û car carna tevlî çalakiyan dibe wêdetir, gelekî girîng e ku rastiya gelekî bê afirandin a ku rêxistinbûyî ye û xwe timî perwerde dike, li her qadê li ber xwe dide. Ev yek jî bi birêxistinkirina li nava komun û meclîsan, bi birêxistinkirina her qada jiyanê dibe.

Jin û ciwan jî pêşengên vê têkoşînê ne. Di birêxistinkirina gel de, di afirandina civaka rêxistinbûyî û tevlîkirina li nava têkoşînê de rola jin û ciwanan diyarker e. Ji ber vê yekê jî yên ku PKK û PAJK’ê temsîl dikin, civakê birêxistin dikin û tevlî têkoşînê dikin, divê berpirsyariyên xwe her kêliyê û li her cihî bi cih bînin. Eger em ê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin, eger em ê dagirkeriyê bînin, divê bi pêşengiya jin û ciwanan em têkoşînê li her cihî bilind bikin. Bêguman qada herî mezin a vê têkoşînê jî qada têkoşîna gerîla ye. Divê jin û ciwan berê xwe bidin nava refên gerîla, têkoşîna gerîla mezin bikin, di têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê de rola xwe li nava refên gerîla bi cih bînin. Hevrêyên me yên jin û mêr ên ciwan ên li Metîna, Zap û Avaşînê şehîd bûn, nîşanî me dan ku divê em bi ruh û biryardariyeke çawa têbikoşin. Berpirsyariya me hemûyan ew e ku daxwazên hevrêyên me yên ciwan ên di vê berxwedanê de şehîd ketin, bi cih bînin.