Li paytexta Elmanya Berlînê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê mîtîng pêk anî û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN, PYD Berlîn û Ciwanên Azad destek dan mîtîngê.

Mîtîng li nêzî kûleya TV a li Alexsanderplatzê pêk hat û pankartên bi nivîsa “Terora Erdogan a li dijî Kurdan rawestîne! li dijî şerê faşîst piştevaniya enternasyonalîst!”, “Bes çekan bide Erdogan”,” Piştevaniya Efrînê bike” tevî wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kir, hatin hildan.

Di mîtîngê de bi zimanên Elmanî û Kurdî daxuyanî hatin dayin. Qisekeran dagirkerî û komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi ruhê yekîtiyê gelê Kurd wê bersivê bide û bang li raya giştî hate kirin.

Nûnerê PYD’ê yê Berlînê Bavê Kawa di mîtîngê de axivî û got, “Dewleta Tirk bi salan e Kurdan qir dike û bi rengekî hovane komkujiyan dike. Di vê yekê de para nebûna yekîtiyê ya Kurdan jî heye. Li dijî dagirkerî û xiyanetê wê gelê me li Kurdistanê û Ewropayê bi ruhê yekîtiyê bersivê bide.”

Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî piştevaniya şoreşger”, “Hêzên dagirker hemû ji Kurdistanê derkevin”, “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin qîrîn.