Sibê 17’ê nîsanê, rûniştina Doza Kobanê pêk tê. Dihat payîn ev danişîna biryarê be. Lê dadgehê ragihand ku ji bo biryarê pêwîstî bi demê heye.

Di Doza Kobanê de 17 jê girtî bi giştî 108 kes têne darizandin ku piraniya wan siyasetmedarên kurd ên mîna Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Figen Yuksekdag û hwd in.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partî doh bi bi daxuyaniyekê banga beşdariya doza Kompasê ya Kobanê kiribû.

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan, têkildarî danişîna sibê bi tevlibûna parêzerên dozê îro daxuyanî da çapemeniyê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û ji parêzerên dozê Şevîn Kaya û Çîgdem Kozan jî tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê doza sibê de anî ziman:

“Di Doza Kumpasê ya Kobanê de îhlalên mezin bi awayekî vekirî tên kirin. Di pêvajoya hiqûqê de daraz bû amûra siyasetê.

Bi dehan caran derbarê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de biryar ji hêla daraza navxweyî û navneteweyî hatin dayîn. Ligel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dîsa nehatin berdan. Her çend dema girtina siyasetmedaran tijê bûye jî nayên berdan.”

Sevda Çelik Ozbingol got: Em bang li raya giştî dikin ku di 17’ê Nîsanê ango sibê li Sîncanê bin û daxwaza xwe ya ji bo bicihanîna edaletê carek din nîşan bidin.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku dadgehê ji wan re ragihandiye ji bo biryarê pêdivî bi demê heye û sibê biryar nayê dayîn û wiha got:

“Ji ber vê yekê di danişînê sibê de dê rewşa girtinê ya girtiyan were nirxandin.

Me hemû amadekariyên xwe kiribûn. Banga ku me ji rayagiştî re kir derbasdar e. Em ê sibê weke ku biryar dê were dayîn li wir bin.

Em ê sibê saet di 10.00’an de bi partiya xwe, saziyên dost, pêkhateyên xwe û rayagiştî ya demokratîk re li ber Eywana Danişînê ya Kampûsa Sîncanê daxuyaniya xwe pêk bînin.