Hevseroka nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen bal kişand ser êrîşên dagirkeriya ya li Serêkaniyê û komploya 9’ê Cotmehê û got: “Dagirkirina Serêkaniyê dewama komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Ocalan e.”

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di van êrîşan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran welatî neçar man ku koçber bibin. Heman demê roja êrîşkirina li ser Serêkanî û Girê Spî salvegera gavên destpêkê yên Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bûn.

 Hevseroka nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen di salvegera dagirkirina Serêkanî û Girê Spî û dîsa girêdana wê ya bi komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

‘DAGIRKIRIN BI ERÊKIRINA EMRÎKA PÊK HAT’

Hevserok Hesen anî ziman ku salek li ser dagirkerina Girê Spî û Serêkaniyê re derbas bû û got: “Ev dagirkirin bi erêkirina Emrîka pêk hat. Piştî ku Emerîka leşkerên xwe ji beşek mezin a Sûriyeyê kişand û şûnde Tirkiye dest bi êrîşên dagirkirinê yên li Serêkanî û Girê Spî kir. Piştî salekê zêdetir rûyê rastî yê dagirkeriya Tirk ji êrîşên li Serêkaniyê û Girê Spî derket, ew jî dagirkirin û guhertina demografiya herêmê ye. Heman demê Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn xwe bigihîne sînorê Mîsaqî Mîllî.”

‘LI SERÊKANÎ HÊ JÎ TERORA TIRKIYE Û ÇETEYÊN WÊ DIDOME’

Hesen anî ziman ku jiyan li Serêkaniyê rawestiyaye û jiyaneke di nava teror û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê de tê jiyîn. Hesen diyar kir ku Tirkiye bi van kiryarên xwe dixwaze bajar ji mirovan vala bike û li cihên wan komên çeteyên girêdayî xwe bicih bike.

Hesen destnîşan kir ku Serêkaniyê bi pirrengiya pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Ermenî û pêkhateyên din dihate nasîn û got: “Ev pêkhate li ser bingehê vîna azad û xweser a netewa demokratîk bi xwişk û biratî bi hev re dijiya. Lê mixabin di roja îro de her tişt berovajî bûye. Êrîşên hovan e Tirkiye û çeteyên wê li ser gelê herêmê dike, hemû pîvanên mafê mirovan tên binpêkirin.”

‘ÊRÎŞA 9’Ê COTMEHÊ YA LI SERÊKANIYÊ, NE TESADUF BÛ; DEWAMA KOMPLOY YE’

Hevseroka nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen bal kişand ku di roja 9’ê Cotmehê de êrîşkirina li ser Serêkaniyê û Girê Spî ne rojek tesaduf hatibû hilbijartin bû û ev nirxandin kir: “Ev roj ji bo gelê Kurd û dîroka wê rojeke reş e. Ev roj destpêkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di çarçoveya gavên destpêkê yên vê komployê de 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo li Kenyayê dîl hate girtin.”

CIVAK LI SER FELSEFEYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN XWE BI RÊXISTIN DIKE

Hesen di dewama nirxandinê xwe de qala ramanê Rêberê Gelê Kurd a ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Sîstema bi hev re jiyîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku destpêkê li Efrîn, Serêkaniyê hatibûn danîn hemû bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hatiye.”

‘TIRKIYE JI BO QIRA KURDAN BÎNE, XWEDÎ PLAN Û PROJEYÊN QIRÊJ IN’

Hevseroka nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşen Hesen anî ziman ku dewleta Tirk ji bo qira Kurdan bîne xwedî plan û proje ye û wiha pêde çû: “Herkes êdî rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê dizane. Ji xwe ev yek bi raporên ku Neteweyên Yekbûyî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di serî de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine parve kirin, piştrast bûn. Her çend raporekî kurt jî be, lê rastiya planên Tirkiye eşkere kir û dîsa destwerdanên Tirkiye ya ji bo Lîbeya, Azerbeycan, Sûriye, Iraq hewl dide ku faşîzma xwe li van herêman bide ferzkirin.”

Hesen herî dawî bang li yekrêzî û yekîtiyê li aliyên siyasî yên gelê Kurd kir bikarin li ber planên metirsîdar ên dewleta Tirk û bi awayekî xurtir piştgirî bidin pêngava ‘dem dema azadiyê’ ya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hesen got: “Divê her kes vê bizane bê azadiya Rêber Apo aştî û azadî pêk nayê.”