Muhammed Orhan, ku bi wêneyê xwe yê bi ken bû sembola berxwedanê li ber girtîgeha ku lê hat berdan got;
Min zanibû ku ez mafdar im. Ev berxwedaneke mafdar bû û em biserketin.
Muhammed Orhan (18) salî bû di berxwedana li dijî darbeya siyasî ya AKP’ê li Wanê, hate binçavkirin û girtin.
Muhammed, bi wêneyê xwe yê bi ken yê dinavbera du polîsan de bû sembola berxwedanê.
Dadgeha Tirk Muhemmed Orhan girt û şiyande girtîhehê.
Li ser îtîraza parêzeran, Muhammed Orhan hate berdan û dema ji Girtîgeha Wanê Tîpe T derket ji aliyê gelek kesan, malbat û parêzeran ve hat pêşwazîkirin.
Muhammed Orhan, li ber girtîgehê axivî û got.
Moral û kenê min wê tu carî neçilmise.Hem di dema binçavkirinê de, hem di girtinê de moralê min bilind bû.
Ji ber ku min zanibû ez mafdar im. Ev berxwedaneke mafdar bû û em biserketin.
Erk ji bo me îradeyek bû, me jî ji bo vîna xwe li ber xwe da.
Em spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me û berxwedana me dikin.