Berpirsyarê komîteya Giwêr yê YNK’ê diyarkir ku bi sedan çeteyên DAIŞ, piştî azad kirina Musil berê xwe dana sînorên Guwêr û xwe bi rêxistin dikin. Herwiha got ku ger li hemberî vê yekê neyê derketin wê metirsiyek mezin li ser niştecihên wan sînoran çêbibe.

Di 10’ê Tîrmeha 2017’an de serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî diyarkir ku li sînorê parêzgeha Diyale çeteyên DAIŞ hatine paqij kirin. Lê li gorî welatî, berpirsyarên hizbî yên li wan sînoran û leşkerên li sînor, çeteyên DAIŞ li sînorê navçeya Guwêr û Geyara, herwiha li gundên Kuşafî Kurdan û Saqye yên parêzgeha Nînova dinava liv û tevgerê dene. Herwiha hat zanîn çeteyên DAIŞ xwe dinava daristanên li sînorê gundê Kuşafî Kurdan de xwe di veşêrin.

Li ser vê yekê berpirsyarê komîteya Guwêre yê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê Ehmed Zage ji RojNews re axivî. Ehmed got ku piştî azad kirina Musil, nêzîkî 400 çeteyên DAIŞ, ji rojavayê navçeya Guwêr heya digehe navçeya Geyare kombûne. Ehmed destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ li wan sînoran cih ji bo xwe ava kirine û xwe bi rêxistin kirine, ger li hemberî vê yekê neyê derketin wê di dema bê de metirsiyek mezin li ser niştecihên navçeya Giwêr, Geyare û Nemrud çêbibe.

Ehmed di dewamê de got ku ji ber pêşmerge xwe ji wan navçeyan vekêşane, valehiyek mezin li wan sînoran çêbûye. DAIŞ jî ji vê valehiyê sûd wer girtiye û roj bi roj liv û tevgera wan zêde dibe. Ji bo vê pêwîste hêzên pêşmerge û supayên Iraqê bi hevre hêzek hevbeş ava bikin û parastina wan sînoran bikin.

Li gorî agahiyên hatine standin zêdetirî çeteyên DAIŞ xwe dinava daristanên gundê Kuşafî Kurdan, ku nêzîkî 4 kîlometre ji Giwêr dure veşartine. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê gundê Kuşafî ji bin kontrola pêşmergeyan derket.

Herwiha li gorî zanyariyan beriya çend rojan balafirên şer yên koalîsyonê daristan û sentera gundên Kuşafî Kurdan bombebaran kirine. Lê li ser vê yekê ti agahî nehatiye belav kirin û nayê zanîn bê ka çi ziyanek gihiştiye çeteyan.

Navçeya Guwêr dikeve navbera bajarê Musil û Hewlêrê de. Pêwîst bû li gorî madeya 140 a destûra Iraqê çarenûsa wê navçeyê hatiba zelal kirin. Diviya bû di aliyê îdarî de yan li ser Hikûmeta Iraqê yan jî ya herêmê bi maya. Lê ji ber ku madeya 140 heya niha nehatiye bicih anîn, piştî 16’ê Cotmeha 2017’an jî pêşmerge xwe ji wê navçeyê vekêşane.