Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Frankfûrt, Berlîn û Hambûrgê yên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

FRANKFÛRT
Çalakiya ku ji aliyê Civaka Azad ve li Frankfûrtê hate organîzekirin, saet 15’an li ber stasyona trenê ya navendî dest pê kir. Gelek Kurdistaniyên ji bajarên derdorê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Ocalan û pankartên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hatin hildan.

Çalakger heta meydana Romerê meşiyan û piştre mîtîngek pêk anîn. Qisekeran xwestin, tecrîdkirina Ocalan tavilê biqede.

BERLÎN
Tecrîda giran li paytext Berlînê jî hate şermezarkirin. Meclîsa Gel a Berlînê û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN bi vê armancê li Alexanderplatzê çalakiyek organîzekirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Berlînê Yeko Ardil tecrîd şermezar kir û got, “Ocalan mîna Mandela û Gandî rêber e. Lewma em dixwazin ew tavilê li nava gelê xwe vegere. Ji bo vê jî em ê bi her awayî fedakariyê bikin û bixebitin.”

Çalakger piştre ber bi Brandenbûrger Tor meşiyan. Ji ber ku komek ji faşîstan hewl dan provokasyonê bikin, alozî derket. Polîsan piştî vê aloziyê çar Kurdistanî destgîr kirin.

Polîsan piştî ku çalakî qediya careke din êrîş birin ser girseya gel û Yeko Ardil jî di nav de 10 Kurdistanî destgîr kirin. Destgîrkirî nîvê şevê hatin berdan.

HAMBÛRG
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê meşek pêk hat. Kurdistaniyên li bajarên Bremen û Kîelê destek dan çalakiyê. Çalakiyê saet 16’an li ber strasyona trenê ya navendî ya Bremenê dest pê kir. Di çalakiyê de ku posterekî mezin ê Ocalan hate vekirin, Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer axivî. Dolzer diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin.

Di dema meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn.
Çalakî bi mîtînga li kolana Monkebergê qediya.