Li nêzî paytexta Iraq Bexdayê, çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser nuqteyeke leşkerî. Di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên polîsan û nexweşxaneyê, çeteyên DAÎŞ’ê li rojavayê paytext Bexdayê êrişî nuqteyeke leşkerî kirin. Hate ragihandin ku di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de şer derketiye û 11 kes mirine. Êriş şeva Yekşemê pêk hat.

Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane, 5 endamên Haşdî Şabî hene ku pêkhateyeke artêşa Iraqê ye. Hate ragihandin ku 6 kesên jiyana xwe ji dest dane jî şêniyên herêmê ne ku hewl dane piştgiriyê bidin Haşdî Şabî.

Çavkaniyên ji nexweşxaneyê diyar kirin ku 8 kes jî birîndar bûne. Kesî berpirsyariya êrişa doh bi şev neda ser milê xwe, lê belê çavkaniyên polîsan diyar dikin ku êriş ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin.