Êrîşa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ya Belçîka, ya li dijî malbatên Kurd ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan êrîş li di jî wan hate kirin, li gelek navendên Ewropa hate şermezar kirin.

Li Elmanya payîtext Berlînê, Kurdistanî û dostan, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav-Berlînê, li ber Konsolxaneya Belçîka êrîşên koma faşîst ya Tirk şermezar kirin.

Li Swisre bajarê Zurîhê jî, êrîşa nijadprest ya faşîstên Tirk ji aliyê girseyek qerebalix ya Kurdistanî û dostên wan ve hate şermezarkirin.

Li ser navê girse, endamê TCŞ’ê Hogir Bagok daxuyaniyek xwend û got; Çeteyên AKP-MHP’ê bi armanca şewitandina mala malbata Kurd, hewl dan hovîtiyê bikin. Ev êrîş, êrîşa li dijî ruhê Newrozê ye. Bê guman em ê weke ciwanên TCŞ’ê û gelê Kurdistanê bersiva êrîşan bidin.

Li Elmanya bajarên Manheim, Dresten, Hanvover, Saarburcken û Munihê jî, êrîşa koma faşîst ya Tirk ya li Belçîka û kiryarên desthilatdariya faşîst AKP/MHPê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û başûrê Kurdistanê hatin şermezar kirin.

Li Yewnanîstan payîtext Atîna jî, li ber Konsolxaneya Tirk êrîşa faşîstên Tirk ya li Belçîka hate şermnezar kirin.