Çalakiya rûniştinê ya Malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê di roja 14’an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar got, “Heta ku kujer nehatin girtin, ez bimirim jî ji vir ranabim. Ez ê jiyaneke bi vî rengî qebûl nekim.”

Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz hevjînê wê Hacî Esvet Şenyaşar û du zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bibû, berî 14 rojan li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 14’emîn de ye.

Malbat serê sibehê hat ber edliyê û bi daxwaza xwe ya “Edaletê” dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Dayika Şenyaşar, cardin pirsa “Edalet li ku derê ye?” kir û wiha got: “Ez dixwazim ku kesên zarokên min qetilkirin bên girtin. Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ne rabim. Ger dixwazin bila min bigirin. Lê ez ê tu carî jiyanek wiha qebûl nekim.”