Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), MKG), DÎSK, Basin-Îş, li Amedê navçeya Bajarê Nû, li ber deriyê DFG’ê, ji bo 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek dan.

Parlamenter, nûnerên sazî û rêxistinan jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek daxuyanî xwend û got;

Astengkirinên şopandina nûçeyan, bi sansur, binçavkirin û girtinên, bi serdagirtina malên rojnamivanan bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Her cure êrîş, astengkirin, girtina binçavan û êşkenceya li dijî rojnamevanan suc e.

Hem binpêkirina mafên ragihandinê ye, hem binpêkirina mefê gel ya bidestxistina agahiyan e.

Îro jî, di Roja Rojnamevanên Cîhanê de, Stembol jî di nav de li gelek navenda avêtin ser malên rojnamevanên Kurd û 9 rojnamevan hatin binçavkirin.

Selman Çîçek got; Fezlekeya rojnamevanan bi nuçeyên li ser pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Rêber Abdulllah Ocalan û çalekiyên li ser van mijaran hatiye ristin.

Peywira bingehîn ya rojnamevanan ew e ku rastî û heqîqetê ji bo gel û rayagiştî eşkere bikin.

Seroka MKG’ê Roza Metîna , Nunerê Basin Îş yê Amadê Hakki Boltan axivîn û gotin;

Eger îro krîzeke aborî û siyasî hebe, yek ji sedemên vê, girtina rojnamevanan e.

Heta ku rojnamevan azad nebin, ev krîz çareser nabin. Em azadiya rojnamevanan dixwazin.”

Nunerê TGS’ê Mahmût Oral. Parlamenterên DEM Partî Sevilay Çelîk û parlamenterê EMEP Sevda Karaca jî axivîin û gotin:

Rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê tu carî ji polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê venagere.

Em li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin û paşde gavan navêjin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.