Aysel Ateş diyar kir ku kurê wî Mehmet Veysel Ateş 6 sal in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hikumxwar e û got, “Ji ber vîrûsa koronayê em nizanin ku rewşa zarokên me çawa ye. Divê ev jî bikevin ber qanûnê.”

Bandora pandemiya Covîd-19 ya li ser rûyê dinyayê zêde dibe. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî hejmara qurbaniyan zêde dibin. Ev yek tirs û fikara malbatên girtiyan zêde dike. Ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê girtiyên siyasî li derveyî qanûna li ser mijarê hişt, malbatên girtiyan nerazî ne.

Aysel Ateş anî ziman ku kurê wê Mehmet Veysel Ateş 6 sal in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hikumxwar e û diyar kir, ku ew fêhm nake çima girtiyên siyasî li derveyî qanûna înfazê hatine hiştin.

Ateş diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê ew nikarin biçin dîtina zarokê xwe û got, “Ji bo em tenduristiya zarokên xwe nexin nava rîskê me qebûl kir ku neçin hevdîtinê. Lê belê ji bo me ne tiştekî qebûlkirinê ye ku girtiyên siyasî li derveyî qanûna înfazê bên hiştin. Dixwazim vê bêjim; em ji bo zarokên xwe efûyê naxwazin. Ji ber ku tiştekî ku bê efûkirin wan nekirine.”

Ateş anî ziman, piştî ku şewba vîrûsa koronayê li cîhanê belav bû, ciwan, extiyar, dewlemend an jî xizan ferq nake, li her kesî digere û got, “Vîrûsê bandor li her kesî kir. Li girtîgehan li deverên ji bo 4-5 kesî gelek mirov lê tên hiştin, xwarina wan kêm e û nebaş e. Devera ku derdikevin ji bo hewayê bistînin gelekî biçûk e. Hejmara girtiyên nexweş gelekî zêde ye. 2 meh in nikarim kurê xwe bibînim. Lê belê herî dawî dema ku em bi telefonê axivîn got ku rewş gelekî cidî ye û kêm maye ku vîrûs li girtîgehan belav bibe. Gotibû ‘çi ji destê we tê bikin’.”

‘BI QANÛNÊ RE WÊ TECAWIZKAR  DERKEVIN’

Ateş diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin her kampanyayê ku ji bo girtiyên siyasî jî bikevin ber qanûna înfazê û got, “Ez van kampanyayan gelekî kêrhatî û însanî dibînim. Yên piştgiriyê didin bi hestên însanî tevdigerin.”