Serokê DYE’yê Donald Trûmp rexne li WHO’yê girtibû ku xwe nêzî Çînê kiriye û têkoşîna li dijî pandemiyê bi rengekî nebaş bi rê ve dibe. Trûmp her wiha gef li WHO’yê xwaribû ku dikarin piştgiriya malî ya Emerîkayê ya ji bo WHO’yê bibirin.

Midûrê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs got, “Vîrûsê polîtîze nekin. Ji bo bidestxistina pûana siyasî pêwîstî bi bikaranîna Covîd-19 nîne.”

Ghebreyesûs got, “Gelek rêbaz hene ku hûn dikarin bi rêya wan xwe ispat bikin” û hişyarî da, “Bi êgir nelîzin.”

Di vê navberê de Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi dîmen bi şefê WHO’yê re axivî. Macron baweriya xwe ya bi vê saziyê dubare kir û destnîşan kir ku ew naxwaze WHO di navbera şerê navbera Çînê û DYE’yê de bimîne.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres jî bi daxuyanieke nivîskî diyar kir, “Bi dîtina min divê piştgirî ji WHO’yê re bê dayin. Ji bo serketina şerê li dijî Covîd-19 divê hewldanên dinyayê teqez bên dîtin.”