Li hunermendê repê Tûmac Salîhî yê ji Loristanê ku dema serhildana “Jin jiyan azadî” de ji aliyê pergala Îranê ve hate girtin di 24’ê nîsanê de cezayê darvekirinê hate birîn.

Li çar aliyan li dijî vê bi çalakî û daxuyaniyan bertek hatin nîşandan. Bang li rejima Îranê hat kirin dawî li vê kiryara xwe ya qetilkirina mirovan bîne.

Hunermend Tomaj Salihî û hemû girtiyên siyasî berde.

Dayika Jîna Emînî ya ji aliyê pergalê ve hate qetilkirin, Mujgan Eftekharî jî li ser hesaba dîjîtal medyayê bertek nîşanî biryara darvekirinê da.

Eftekharî, di parvekirina xwe de wiha got:

“Jîna min dîsa nûçeyeke ku ez perîşan kirim derket. Destûr nedin ku dilê dayika Tûmac weke dilê min biweşite. Destûr nedin ku dilê dayika Tûmac weke dilê min bixwîn bibe.”