Nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsya û dewletên Yekîtiya Sowyetê li paytexta Rûsya Moskowayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Moskowayê Rafîkê Kamil û Berpiryara Rêxistina Jinên Kurd li Moskowayê a Viyan Tera Qadir bi navê saziyan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ewropa ku xwe weke parêzvanê demokrasiyê nîşan dide, polîtîkayeke durû dimeşîne û hevkariyê bi dewleta Tirk a faşîst re dike.

Her wiha hate gotin, “Têkoşîna gelê Kurd her diçe xurtir dibe, ev yek hêzên tarî ditirsîne, lewma êrişên xwe zêde dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê Kurdên li Rûsyayê bang li hêz û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku dest ji van polîtîkayên qirêj berdin û têkoşîna mafdar a gelê Kurd rewa qebûl bikin.

Herwuha zext û zordariya li dijî rojnamevanan li girtigehan jî dewam dike.

Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di 25’ê cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û bi hinceta teqezbûna dosyaya wê hatibû girtin.

Tehliyeya Derya Ren, bi îdiaya “cezayê disiplînê” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Parêzerên Derya Ren dê li dijî biryarê îtîraz bikin.