Taybet Înan û Yûsûf Înan hatin bibîranîn ên ku li Silopiyê di êrîşên qirker de hatibûn qetilkirin.

Li Silopiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin. Di 19’ê Kanûnê de jî Taybet Înan û Yûsûf Înan hatibûn qetilkirin. Cenazeyê Taybet Înan heft rojan li erdê mabû. Bi beşdariya rêxistinên HDP’ê ya Şirnexê û navçeyên wê bibîranîn hate lidarxistin.

Beriya bibîranînê ji rêxistina HDP’ê ya Silopiyê heta mala Înan meşek hate lidarxistin.

Di bibîranînê de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez got ku “Di şexsê dayîka Taybet de, kesên ku hatine qetilkirin em ê wan ji bîr nekin. Em ê heta dawiyê xwedî li wan derkevin. Wijdan û rûmeta mirovayetiyê jî heft rojan li erdê ma. Em ê tu carî vî tiştî ji bîr nekin.