AMED – Deniz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê, derbarê çalakiyên dawî li jiyana xwe anîn de daxuyanî da û got: “Bertek û hestên takekesî, hestiyar û nerêxistinkirî, mirovan ber bi nêzîkatiyeke dûrî heqîqetê ve dibe. Ev jî ji bo şopandina xeta Rêbertiyê dibe sedema kêmasiyan.”Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya, derbarê çalakiyên dawî li jiyan xwe anîn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Kaya, bal kişand ser çalakiyên canbexşane yên li zindana pêş dikevin û got: “Bertek û hestên takekesî, hestiyar û nerêxistinkirî, mirovan ber bi nêzîkatiyeke dûrî heqîqetê ve dibe. Ev jî li dijî rastî û xeta Rêbertiyê ye.” Kaya, da zanîn ku berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Leyla Guven li zindanan dest pê kir didome û wiha pê de  çû: “Pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin faşîzmê hilweşînin’ a berxwedanê bi çalakiyên canbexşane veguheriye astek nû.  Ev berxwedan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ne rojekê û ne mehekê demsalek li dû xwe hişt. Ev berxwedan li tevahiya Kurdistan û derveyî welat li çar aliyê cîhanê bi taybetî li navenda hegomenyaya modernîteya kapîtalîst ku cihê birdoziya xwe lê ava kiriye pêl bi pêl mezin dibe û berbelav dibe.” ‘BI RIHÊ SEFERBERIYÊ EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’ Kaya di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Ev têkoşîn ji bo şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li ser Rêbertiya me û di şexsê Rêberê me de li ser hemû gelê kurd, gelên bindest e. Ev berxwedan bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye ku hemû civak tecrîd kiriye. Tam jî ji ber vê sedemê pêwîst e bi ruhê seferberiyê ji bo şikandina tecrîd her kes dakevin qadan. Divê her kes li kolanan dengê xwe bilind bikin. Lewre hevalên me yên li zindana bi berxwedana xwe tiştên ku ji destên wan hatiye kiriye û gavek jê wê detir çalakiyên fedaî pêk tînin. Tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê ku xwe bi birdoziya mêtingerî, faşîzm û nijadperestiyê li ser pêyan dihêle, di serî de gelê kurd hemû gelên bindest armanc dike ku bi êrîşên faşîzan tune bike.” ‘ÇALAKIYÊN RÊXISTINKIRÎ’ Kaya li ser ser çalakiyên canbexşane yên ku li zindanan pêş dikeve rawestiya û ev tişt got: “Agirê azadiyê ku ji aliyê Kawayê Hesinkar û rêheval Mazlûm Dogan ve hat pêxistin, piştî Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan di pêngava ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz de hatiye destpêkirin bi Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar, Zehra Saglam dewam kir û herî dawî Medya Çinar agirê azadiyê gur kir û bi çalakiya xwe ya fedayî şehîd bû. Pêwîst e li dijî zîhniyeta faşîst û kujer jiyan û çalakî takekesî nebin û ger çalakî rêxistinkirî nebe hest û bertek dibin heqîqeteke kêm û ev yek jî ji bo şopandina xeta Rêbertiyê dibe sedema kêmasiyan. Ger em bi fikir û hestên rêxistinî tevbigerin dê tecrîda teqez a li ser gelan û rêbertiya were şikandin, faşîzm dê têk biçe û berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe. Fêmkirin û têgihiştina rastiya Rêbertiyê û felsefeya azadiyê bi berxwedana giştî pêkan e. Hemû rêhevalên me dizanin ku Rêbertî wateyê dide çalakiyên fedaî bes wekî rêgez di vê mijarê de helwest û nêzîkatiya wî tê zanîn. Pêwîst e hemû rêhevalên di zindanan de li gorî vê nêzîkatî û rêgezê tevbigerin.” BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR Kaya di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em careke din bang li hemû gelê xwe, hêzên navneteweyî, raya giştî ya Tirkiyeyê, saziyên demokratîk û kesên xwedî wijdan dikin ku hêj dereng nîne û ji bo şehadetên nû çênebin deng bidin dengê me û em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.” Parve bike: