Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike.

Li gorî agahiyên wezareta Koç û koçberan a Iraqê, xelkê êzidî ji kampên lê dimînin vedigerin Şingalê

Veger jî bi alîkariya rêxistina Navneteweyî ya Koçberan pêktê.

Di çarçoveya plansaziya vegerê de, 320 Kurdên êzidî ji kampa Kibarto ya Dihokê vegeriyan ser warên xwe ên li Şengalê.

Wezareta Koç û koçberan dibêje:

Malbatên vedigerin Şengalê, bi biryara serokwezîrê Iraqê alîkariya darayî û pêdawîstiyên nava malê ji bo wan tên dayîn.

Dê ji bo vegerandina hemû penaberan û girtina hemû dosyayên penaberan heya 30’ê Tîrmehê kar dewam bike.