Rojnameya heftane ya Elmanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de banga sendîkayên Îngiliz a “Dem hatiye; azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re” weşand.

Li Îngilistanê, Sendîkaya Unite the Union ku bi 1.5 milyon endamên xwe mezintirîn sendîkaya li Brîtanyayê ye û sendîkaya GMB ku 700 hezar endamên xwe hene, demeke bi navê ‘Azadî ji Ocalan re’ kampanyayê dimeşîne. Yek ji rojnameyên heftane yên sereke yên Elmanyayê Der Freîtag (În) di hejmara xwe ya vê hefteyê de cih da vê kampanyaya sendîkayên Îngiliz.

Rojnameyê temamiya rûpelekê ji vê kampanyayê re veqetand û ji bo wê jî wêneyekî di kongreya Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê de hatibû kişandin bi kar anî. Wêneyê navborî wêneyê sendîkavanan bû ku di kongreyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn.

‘AZADIYA WÎ WÊ BI KÊRÎ AŞTIYÊ BÊ’

Di bangê de ku bi navê “Dem hatiye: Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” hate weşandin, hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an de bi binpêkirina qanûnên navneteweyî ji Kenyayê ber bi Tirkiyeyê ve hate revandin û hate gotin, “Ji roja ku Ocalan hatiye revandin û vir ve li Rojhilata Navîn 20 sal in şer, dagirkerî û êriş dewam dikin.”

Di bangê de hate destnîşankirin ku Ocalan di dema dîlgirtina xwe de jiyana xwe timî aştî, azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd kir û işaret bi kampanyayê salên dawî hate kirin.

Hate bibîrxistin ku di navbera salên 2005 û 2006’an de 3.5 milyon Kurdan bi gotina “Ez Abdullah Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî dibînim, bi vî rengî qebûl dikim’ mohra xwe avêt binê kampanyayê û di sala 2015’an de jî zêdeyî 10 milyon kesî daxwaza “azadiya Ocalan” kirin. Di metna bangawaziyê de cih ji vê nêrînê re hate veqetandin:

“Ocalan ne tenê fîgurekî siyasî ye ku li herêmê bi roleke diyarker radibe û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi bandor e; ew di heman demê de xwediyê fikrê konfederalîzma demokratîk e ku li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bi cih hatiye. Bi saya vî fikrî, li herêmeke ku bi şer diheje, Rojava bû sembola demokrasî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku şer û aloziya li Rojhilata Navîn a ku bi serkêşiya hikumeta Tirk pêk tê, bi azadbûna Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan re wê bi dawî bibe.”

Cotmeha derbasbûyî bangeke bi heman rengî li rojnameya Dîe Tageszeîtungê (TAZ) a Elmanyayê de jî hatibû weşandin.