Rêveberê Partiya Şoreşger a Yekbûyî parêzer Sînan Varlik hate girtin.

Rêveberê Partiya Şoreşger a Yekbûyî parêzer Sînan Varlik ku 6’ê Mijdarê li Stenbolê di serdegirtina polîsan de li mala xwe hate destgîrkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Partiya Şoreşger a Yekbûyî bi rêya medya dîjîtal girtina xwe Varlik ragihand û ev daxuyanî da; “Partiya me û şoreşger hemû wê li dijî van operasyonên komployê û yên ku dixwazin çokê li wan bidin tewandin, gotina derbasdar li kolanan bêje. Rêveberê me û parêzerê me Sînan Varlik ji aliyê dadgeha qesrê ve hate girtin. Partiya Şoreşger bêdeng nebû wê bêdeng nebe.”