Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede got, gelê Colemêrgê nikare ji deriyên sînor sûdê werbigire û destnîşan kir, ku deriyên sînor tenê pêşkêşî alîgirên AKP’ê hatine kirin.

Parlamenterê HDP’ê Dede ragihand ku kapasîteya bazirganiyê ya sînor ji aliyê desthilatdariyê ve bi zanebûn hatiye kêmkirin û stratejiya xizanhiştina gel tê meşandin.

Colemêrg tevî ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye ji ber polîtîkaya dewletê ya xizankirinê, koçberî, qedexe û zextê, di nava xizanî û bêkariyê de ye.

Bajarê ku nifûsa xwe 280 hezar kes e, deriyê wê yê sînor ê Bajêrganê berê xwe li Rojhilatê Kurdistanê ye, deriyê sînor ê Uzumlu jî berê xwe li Başûrê Kurdistanê ye.

Xelkê Colemêrgê ku di bin ambargoya aboriyê ya dewletê de ye, dixwaze ku ev herdu deriyên sînor bêne çalakkirin. AKP ev herdu deriyê sînor ji bo xwe kiriye amûrek ji bo hilbijartinê, beriya her hilbijartinê vekirina wê dike, piştî hilbijartinê jî digire.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede anî ziman ku yek ji çavkaniyên girîng ên debara gelê herêmê bazirganiya li ser sînor e û got, “Deriyê Sînor ê Bajêrganê tevî ku deriyekî ji bo bazirganiyê ye, tenê hin fîrma dikarin heta astekê bazirganiyê lê bikin. Mixabin xelkê Colemêrgê nikare sûdê jê werbigire. Deriyê Rûbarokê tevî ku gelek caran gotin ‘me vekirina wê kiriye’ hîn neketiye meriyetê. Ji bilî sozeke ji bo hilbijartinê tiştek lê nehatiye kirin. Li aliyê din li deriyê sînor ê Uzumluyê ku ji sala 2015’an ve hatiye vekirin, bazirganî nayê kirin. Tenê destûr ji çûn û hatina mirovan re tê dayin. Kotayên li deriyên sînor pêşkêşî alîgiran tê kirin, li aliyê din jî birinca ji 3-5 kîloyî ya mirovên xizan lê tê desteserkirin. Kapasîteya bazirganiya li sînor bi zanebûn ji aliyê desthilatdariyê ve tê lawazkirin. Sînorê çêkirî ku di navbera gelê Kurd hatine danîn, bi salane bûne sedema mirina bi sedan kolberî û astengkirina mafê bazirganiya xelkê herêmê.”