Di êrişên doh ên dewleta Tirk de yên li ser Zirganê, 7 sivîl birîndar bûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirganê dewam dikin.

7 kesên ku li gel êrişan jî malên xwe neterikandin, di encama êrişan de birîndar bûn.

Di êrişan de li taxên rojava û bakur ên Zirganê, Seyîd Fetah, Cemîl El Îsa, Beşar Îsmaîl El Îsa û Xidir Ehmed Ugle rakirin Nexweşxaneya li Dirbêsiyeyê.

Beşîr Etêwî û Ebdulkerîm El Hamid jî rakirin nexweşxaneyeke ku hînê diyar nebûye.

Ji danê êvarê û vir ve jî di êrişan de Fatma Elî Mehbûb birîndar bû.

Êrişên dagirkeran ên li ser gundên Dada Ebdal, Rebîat û Muheremê jî bi giranî dewam dikin.