Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku destgîrkirina endamên heyeta aştiyê li balafirgeha Hewlêrê, şaşitiyeke dîrokî ye.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, têkildarî destgîrkirina endamên heyeta aştiyê daxuyaniyek da ku heyet ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk û helwesta PDK’ê çû Başûrê Kurdistanê. Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina endamên heyetê da û got, “Xelkê me yê leheng, li dijî zilm û zordariyê bênavber têdikoşe. Fîrewn Erdogan û hevkarên wî ku bi mehan e hewl dide agirê fitneyê berde nava miletê me, planeke qirêj xistine dewrê.

Ev dewleta Tûranî û Kemalîst ku li parçeyê başûr ê welatê me hewl dide me berde hev û xwîna bira birijîne, dixwaze me qir bike. Beralîkirina vê fitneyê ji bo me hemûyan berpirsyariya neteweyî, mirovî û baweriyê ye. Ji bo rawestandina şer û rawestandina kuştina mirovan, bi navê Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê (Misilman, Elewî, Xiristiyan, Yarsan, Êzidî, Kakaî) me biryar dan û diyar kir ku di her şert û mercî de li me ferz e ku li dijî şer tiştekî bikin. Ne tenê bi gotin û daxuyaniyan, her wiha em hewl didin ku berpirsyariyê bidin ser milê xwe, biçin Başûrê Kurdistanê û bikin ku dawî li dagirkeriyê bê anîn.

Komên ku bi dilxwazî diçin Başûrê Kurdistanê ji bo dawî li şer bînin û pêşî li fitneya navxweyî bigirin, astengkirina van koman û destgîrkirina wan li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê partiyeke Kurd ve şaşitiyeke dîrokî ye. Ev çawa welatparêzî ye, çawa Kurdîtî ye ku li hemberî mirovên li dijî dagirkeriyê û şerê navbera Kurdan ji Ewropayê bi rê dikevin, helwesteke wiha tê nîşandan.”

‘DIVÊ LÊBORÎNÊ JI GELÊ KURD BIXWAZIN’

Di daxuaniyê de hate ragihandin ku endamê Koordînasyona Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê Demîr Çelîk û hevalên wî yên bi erka aştiyê rabûn, destgîrkirina wan ji aliyê partiyeke Kurd ve nikare bê îzahkirin û got, “Astengkirin li aliyekî, diviyabû partiyeke Kurd a rastî bi vî karî serbilind bûya û bi xaliyên sor ew pêşwazî bikira.” Di daxuyaniyê de hate xwestin ku di serî de Demîr Çelîk, hevalên wî hemû yên ku li dijî dagirkerî û şer fedakarî kirin tavilê bên berdan û lêborîn bê xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDK’ê hate kirin ku xwedî li sekna Kurdistanî derkeve û xwe li aliyê rast deyne.