Dewleta Tirk ev demeke penaberên Sûrî ji Tirkiyê dibe rojavayê Kurdistanê bi taybet li Girî Spî bicih dike, bi vî awayî demografiya herêmê diguherîne.

Tê zanîn ku, dewleta Tirk ji 2016’an û pêve Cerablûs, Ezaz, Bab, Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir.

Van herêman ji niştecihên wê yên resel xalî dike, çete û malbatên wan, yên girêdayî xwe bicih dike.

Bi alîkariya, komeleyên çeteyan, yên Çeçenî û Pakistanî, komeleyên girêdayî Qeter û Quweytê bi dehan yekîneyên metîngeriyê li herêmê avakirine.

Nexasim li Girê Spî ku di cotmeha 2019’an de dagirkir, 27 hezar çete û malbatên wan ên li Tirkiyê bûn bi cih kirin.

Ji ber zilma dewleta Tirk hezar û 493 penaber ji Girî Spî koçkirin hi herêmên din bicih bûn.

Di dema dagirkirina Girî spî de hêzeyî 100 hezar xelkê resên ji warên xwe koçber bûn, niha li kampên koçberiyê yên li Reqa, Tebqa û gundewarên wê dimînin.

Niyeta dewleta Tirk jî ewe, milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirine bicih bikin.