Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek da û got; Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adarê ye, çareseriya me paradîgmeya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê ye.

Kongera Star diyar kir ku ewê bi felsefe û paradîgmeya Rêber Apo, ku xwe dispêre azadiya zayendî û ekolojî, û diruşmeya “Jin. jiyan, azadî”, pêngaveke têkoşîna xurt bidin destpêkirin û nîşan bidin ku pergala zilamê kujer ku bûye dewlet nikare îradeya jinê tune bike.

Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adar’ê ye, çareseriya me paradîgmeya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê ye.

Kongreta Star herî dawî got; Em ê bi vîna xwe, azadiyê teqez bikin û sedsala 21ê bikin sedsala jinê.

Komisyona Jinan a KNK’ê jî ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek da û got;

Dewletên ku di krîzê de ne, bi metîngerî, talan, bêkarî, xizanî, bêhiqûqî, desteserkirina kedê,pêşxistina neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, li dijî civakan şer îlan kirine.

Di van şerên bi rengê bêexlaqî dikin de, jinê dikin armanc û bi qirkirina jinê dixwazin civakan dîl bigirin.

Jinên Kurd, bûne şopdarê Clara Zetkîn û bi têkoşînaxwe gihan radeya ku pêşengiya jinên cîhanê bikin.

Tevgera Jinên Kurd ya Azadiyê, li Kurdistanê li dijî kolonyalîzma di rengê faşzîmê de tê meşandin destanan dinivîsin û nîşan dan ku ew ê sedsala 21ê bikin sala jinê.

Ev tê wateya Kurdistan û Rêberiya azad û sazkariya demokrasî, wekhevî, dostanî, azadî, edalet û aştiyê.

Êdî eşkere bûye ku tu hêzeke paşverû çi herêmî, çi cîhanî û çi jî netewî wê nikaribe Kurdistana azad, ku bi îradeya jinên Kurd hatiye afirandin tune bike.

Fermandariya hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê jî 8’ê adarê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

HPJ’ê 8’ê adarê di serî de Rêber Apo li hemû jinan pîroz kir û wiha got:

Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşîna jinan’. Ji niha ve li hemû qadan mizgînîya bihara jinan û gelan olan dide.

Jin ji her demê bêhtir nêzîkî azadiyê ne. Wekî jinên vê erdnîgariyê xwedî mîrateyeke giranbiha ne.

Ji Leyla Qasim heta Sakîne Cansiz û Şîrîn Elemholî dîroka me bi şer û têkoşînê hatiye hûnandin.

Em di wê baweriyê de ne, jin dê li Kurdistan û cîhanê bi herikin qadan, bi rengê xwe bixemilînin, rojê bi diruşma jin jiyan azadî veguherînin 8’ê adarê.