Balafirên şer ên Tirk bombe li sivîlên li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barand. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, balafirên şer di şeva 17’ê Hezîranê de bombe li koçerên li zozanên Sîdekanê ya Hewlêrê barandin.

Di êrişê de ku li zozanên Berde Spî hate kirin, sivîlekî ji eşîra Sûrçî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku sivîlê jiyana xwe ji dest da, navê xwe Ebas Mexdît e û ji navçeya Akrê ya Duhokê ye.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê mehên dawî zêde kir. Roj nîne ku bombeyan nabarîne.

Di şeva Yekşem-Duşemê de gelek herêmên li Mexmûr, Şengal û qadên gerîla bi rengekî giran hatin bombekirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê heta niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.