Dewleta Tirk a dagirker bi topan du gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombe kir.

Li gorî dema herêmê saet di 10:20’î de li dijî gundên Kefer Antûn û El Qamiyê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaranê dest pê kir. Li ser êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk hema bêjin her roj bombeyan li herêmên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne.

Di 16’ê Çileyê de danê nîvro gundên Birektik, Ebdiko yê mezin, Ebdiko yê biçûk û Kopirlik ên Girê Spî hatin bombekirin.

Di 15’ê Çileyê de embara genim a Umilkeyf a Til Temirê bi topan hate bombekirin. Gundê Erîda yê Girê Spî ji 14 heta 15’ê Çileyê hate bombekirin.

Heman rojê gundên Meranaz û Malikiye yên navçeya Şera ya Efrînê bi topan hatin bombekirin.