Şems El Hemût û kurê wê Tamir Haşim El Etawî yên li herêma Baxozê ya Dêrazorê dijîn, li ser axa xwe ya ku ji aliyê QSD’ê hatibû rizgarkirin jiyanê ava dikin.

Şems El Hemût û kurê wê Tamir Haşim El Etawî yên li herêma Baxozê ya Dêrazorê bûbûn mexdûrên zilma DAÎŞ’ê.

Şems El Hemûd a 56 salî diya 6 zarokan e. Kurê wê Tamir Haşim El Etawî bi felcê ye û nikare bimeşe. Ji bo debara mala xwe zilikan berhev dike. Ji zilikan jî hesîr û alavan çêdike. Dayika Şems 4 sal in vî tiştî dike û hesîran jî metreya wê bi 2,3 hezar lîrayê Sûriyeyê difiroşe.

Ji ber êrîşên DAÎŞ’ê mala Şems El Hemût û kurê wê Tamir Haşim El Etawî xera bûbû, ew jî li mala nû birînên xwe dipêçin. Şems El Hemûd got ku, “Dema DAÎŞ li vir bû nedihişt ez bixebitim. Me çarşefa reş li xwe dikir û li cihên girtî dixebitîn.Ev der ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, niha bi serbestî li ber mala xwe dixebitim.”

Tamir Haşim El Etawî di sala 2014’an de li Lubnanê dema dixebite, ji îskeleyê dikeve. Tamir felc dimîne û nikare bimeşe. Dema DAÎŞ Dêrazorê dagird ike, Tamir Haşim El Etawî bi qaçaxî dixwaze biçe Qamişlo. Ji ber rewşa xwe ya fizîkî dest bi rêwîtiyeke dijwar dike. Rejîma Sûriyeyê wî li ser rê zeft dike û wî digirin. Tamir Haşim 2 mehan li Şamê girtî dimîne û 800 hezar lîrayê Sûriyeyê (3 hezar dolar) dide û serbest tê berdan.

Dema diya wî hesîran çêdike Tamir Haşim jî alî wê dike. Dê û law ligel zilm li wan hatibû kirin jî li ser axa xwe bi bextewarî dijîn.