Desthilatdariya AKP û MHP’ê li 18 tax û gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê yên Mêrdînê ‘qedexeya derketina derve’ ragihand.

Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta operasyona leşkerî li 18 gund û taxên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir.

Qedexe li gundên Mahlebî, Melêbiya Piçûk, Qolçiyan, Yevrî, Golikageryayî, Şêb û Kocakoy ên Şemrexê; li gundên Şêba Jêr, Meşkîna, Gundik, Kelek, Harmanlî û Gîrîktepe yên Derikê û li gundên Erban, Badîna, Xarab Kûrik û Milan ên Qoserê hate îlankirin.