Abbas Şahîn li ser tecrîda giran ji ANF’ê re axivî û got;

Gelê Kurd 50 sal in ji bo çareserkirina pirsgirêkan têkoşînê dike.

Li hemberî ku netewe-dewlet di pergala federalî de dikare vê pirsgirêkê çareser bike, dewleta Tirk di neçareseriyê de israr dike.

Şahîn anî ziman ku perspektîfên Rêber Apo ji bo çareseriyê guncav in û got;

Aqlê dewletê nijadperestiya di radeya faşîzmê de diparêzê û hemû riyên çareseriyê red dike.

Ev feraseta şerê taybet e û bingeha wê jî tecrîda li Imraliyê ye.

Li her derê bi taybet li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakî têne pêkanîn.

Nobetên Edaletê, Meşa Azadiyê ya di meha Sibatê de û çalakiyên piştî wê bandorek girîng li ser civakan kir.

Ev bandor di hilbijartinên 31ê Adarê şênber bû.

Ev bingeha paradîgmeya riya sêyemîn e. Mîmarê vê paradîgmayê jî Birêz Abdullah Ocalan e.

Gelên Tirkiye û Kurdistanêfaşîzma AKP/MHP rêd dikin.

Peyaman hilbijatina herêmî jî ev bû; ‘Eger ev tecrîd kûrtir bibe, yên ku ev tecrîd afirandin û parastin wê di nava sergoya dîrokê de cihê xwe bigirin’.

Şahîn herî dawî got;. Em baş dizanin ku mîmarê aştiyê birêz Ocalan e û bi peyama ku bide jî wê hemû hevsengiyan bihejîne.

Ji bo demokrasî were vî welatî, azadiya fîzîkî ya rêber Apo şert e.