Dewleta Tirk ji zû ve ye li Kerkûkê ji ser Eniya Tirkmenan provokasyonan dike. Tê zanîn ku Eniya Tirkmen a ku avadaniyeke nijadperest e, ji aliyê dewleta Tirk tê perwerdekirin û dewleta Tirk çekan dide wan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê serokê berê yê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî yê ku bi dijminatiya li hemberî Kurdan tê naskirin, piştî şerê li Bexdayê daxuyaniyên provokatîf dide.

Di vîdeoyekê de tê dîtin ku Salîhî endamên Heşdî Turkmen û hinek endamên artêşa Iraqê li dora xwe kom kiriye, li Kerkûkê gefan dixwe.

Salîhî di vîdeoyê de îddîaya “Bila kêfa dostên van qehremanan were, dijmin jî bitirse. Kerkûk di bin kontrola Hêzên Parastina Kerkûkê de, ewle ye. Dema şerê li Iraqê wê Kerkûk di bin kontrola me de be”dike.

Tu berpirsyariya leşkerî ya Salihî tune û ev gefên Salîhî rê li ber fikaran vedike ku li dijî Kurdan û Iraqê şerekî nû dest pê bike.