Lîderê Şîa diyar kir ku bûyeran bandor tenê li gelê Iraqê kiriye û got, “Ez ji gelê Iraqê lêborînê dixwazim.”

Sedr li bajarê Necefê civîneke çapemeniyê lidar xist û ji alîgirên xwe xwest ku di nava “60 deqeyî” de ji Herêma Kesk a li Bexdayê vekişin. Sedr gef xwar û got, ‘Eger ev nebe, ew ê wan red bike’.

Piştî ku Sedr roja Duşemê ragihand ku xwe ji jiyana siyasî vedikişîne, alîgirên wî ketin Herêma Kesk û Qesra Serokkomariyê dagir kirin.

Di şerê bi Heşdî Şabî re ji alîgirên Sedr 23 kesan li Bexdayê jiyana xwe ji dest dan.

Sibeha Sêşemê di navbera Tûgayên Aştiyê yên ser bi Sedr û Heşdî Şabî û artêşa Iraqê şer jinûve qewimî.