Îro di saetên sibê de dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Dirbêsiyê û Serêkaniyê dest pê kir.

Dewriyeyên hevbeş ji erebeyên QSD`ê û erebeyên leşkerî yên koalîsyonê pêk tên. Dewriyeyên hevbeş ji gundên Xenamiyê û Kerbetilî dest pê kir û çend kêliyan li gundê Kerbetilî sekinîn da ku rewşa sînor bişopînin û her wiha rewşa şêniyan jî bibinîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewriyeyên hevbeş piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê li Girê Spî û Kobanê jî dest pê kiribû  û dewriyeyên hevbeş dê ber bi navçeya Serêkaniyê ve biçin.