Li bajarokê El-Qenaye yê kantona Kobanê bi hezaran pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê meşek lidar xistin. Xwepêşanda li bakurê bajarokê El-Qenaya veguherî metîngê.

Di metîngê de Hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî axivî û destnîşan kir ku, careke din û li beramberî çavên hemû cîhanê dewleta tirk a dagirker hewl dide tola çeteyên DAÎŞ û El-Nusra rabike. Eyşe got ku, ew soz didin ku tu carî derfet nedin dagirkeran ku derbasî Kobanê bibin û ji bo vê jî heta dawiyê wê li ber xwe bidin.

Di mîtîngê de Endamê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Ezîz Ehmed axifî û destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker zaroka bi navê Sara (6) kir hedef û şehîd xist. Ehmed di axaftina xwe de got ku, “Ma gelo wê zarokê bi kenê xwe ewlehiya tirkiyê tehdîd dikir? Ma gelo hûn ji kenê Sara tirsiyan?”

Ezîz Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku çeka wan a herî mezin li hember van êrîşan projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan e.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker êrîşî gundewarên kantona Kobanê û Girê Spî kir, di encama wê de du endamên hêzên Erka Xweparastin û zaroka bi navê Sara şehîd bûn her wiha du nûçegihanên ajansa me ANHA`yê jî birîndar bûn.