Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mirina Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DFG’ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Bîranîna Seyît Evran Wê Di Têkoşîna Çapemeniya Azad De Bijî” weşand de wiha got:

“Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku hevalêm e yê rojnamevan Seyît Evran jiyana xwe ji dest da; wî jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd da. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir.
Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990’î de meşa pîroz a bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir.

Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

DFG’ê got:

Seyît Evran di vê têkoşîna pîroz de ku bi hêz, heyecan û baweriya xwe meşiya, tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bû. Bîranîn û mîrateya wî wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.”