Ji parêzerên Buroya Hiqûq ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtina li gel Rêber Apo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re, serî li serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta girtîgehê Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêber Apo diyar kirin ku biryarên qedexeya hevdîtinan ne meşrû ne û gotin:

Hevdîtina girtiyan bi Destura Bingehîn hatiye misoger kirin. Tu cezayê disîplînê nabin sedem hevdîtin werin asteng kirin. Kiryarên li Imraliyê keyfî ne û mafên murwekîlên me yên qanunî û mirovî têne binpêkirin.

Parêzeran destnîşan kir ku 4 sal in bi muwekîlên xwe re hevdîtin nekirine. Ev rewşek tolhildanê ye û suc tê kirin. Ji bo vê jî ji Dadgeha Destura Bingehîn ji wezareta Dadê nêrîn xwest. Ev jî tê wateya ku qedexe û astengkirina hevdîtinan ne qanunî ne û ne maqul in.

Dadgeha Destura Bingehîn biryara desthilatdariyê weke binpêkirina tespît û biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa nirxand. Divê astengiya li pêşiya hevdîtina me, bi muqekîlên me re demildest were rakirin.