Her dem û li her derê divê, li dijî zordestiyan, li dijî êrîşên şerê taybet, têkoşîn hebe.

Her dem hêza gel li hemberî kiryarên faşîzan û qirker serketî ye Mînaka vê rastiyê jî li Wan û Şirnexê hate dîtin.

Têkoşîna li Wan û Şirnexê sekneke welatparêzxî û rast bû.

Selhattin Erdema dibêje; Serketina gelê kurd û dînamîkên demokrasî bi Wanê sînordar nîne. Bêguman berxwedana gel ya li Wanê û encamên wê giring e û dîrokî ye.

Lê hêza gel ya li dijî dijî faşîzma qirker, li her bajar, navçe û gundî, di hilbijartinên 31ê Adarê de derkete holê. Ev jî bû bingeha ruhê têkoşîn û berxwedana li Wanê û Şirnexê.

Selajhattin Erdem, bûyera 13 Nisanê ya li Şırnexê jî mînak dide û dibêje; Uzman çavişê tecawuzkar Zekeriya Çelik, li ser cuc hate girtin û ji aliyê gel ve hate darbkirin: Ev jî darbeyek mezin li desthilatdariya şarê taybet bû.

Bi taybetî, ciwan û jin û tevahiya gelê Şirnexê dakete qadan û li dijî êrîş û kiryarên şerê taybet dijberiyek tund nîşan dan.

Dewleta Tirk, her dem li dijî zarokên Kurd, li dijî ciwan û jinên Kurd, êrîşên qirêj û bêaxlakî kirine. Xwestine ku bi hakaret, tecacuz, destdirêjî, girtin û cezakirinê îradeya wan bê îrade bikin. Bi êrîşên gorîstanan û bela kirin jehra mirinê xwestin gelê Kurd tune bikin.

Dewleta dagiker, bi riya amurên medya civakî jî xwestin civaka Kurd kor û lal bikin. Her cûre rêbazên faşîzan bikarnîn û cihêkarî kirin.

Ji bo vê jî helwesta gelê Şirnexê mînak e û divê hemû Kurd, di aliyê ruhî û terza serhildanê de li dijî şerê taybet rawestin. Divê her Kurd, bi ruhê berxwedanê xeta serketinê, ya li Wanê û li Şirnexê esas bigire.

Selahaddin Erdem wiha dewam dike; Ya rast û riya bidestxistina hebûn û jiyana azad, xwe birêxinîkirin û berxwedan yekrêzî ye.

Divê gelê Kurd hamleya gerdunî ya ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, li ber çavan bigire û zanibe ku ev hamle ji bo azadiya gelê kurd e. Ji bo vê jî divê gelê kurd, biçûk mezin li dijî şerê taybet tevlî têkoşînê bibe.

Divê Gelê Kurd li hemberî hêzên şerê taybet ku dixwazin hebûna gelê Kurd, nasnam, ziman û hemû destketiyên gelê Kurd tune bikin, her kes, bi ruhê berxwedana li Wan û Şirnexê, her demê ê li her derê bi cesaret û fedekarî têkoşînê bike.