Endama YJK-E’yê Besra Uzun derbarê kampanya ‘Ji CPT re name’ de axivî û got: “Em, CPT rehet bernadin. Bila vê bizanibin. Azadiya serokatiyê azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê jî ,bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibe.

Besra Uzun, bertek nîşanê îdiaya ‘tecrîd tune ye’ ya Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê da û got: Em hemû dizanin ku li Îmraliyê tecrîd heye. Tecrîd hem li ser me, hem li ser Abdullah Ocalan heye. Ev îşkence ye. Eger tecrîd tune ye çima malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê bikin?

Dixwazin me hemûyan tecrîd bikin. Gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake.”

Besra Uzun destnîşan kir ku, CPT li Tirkiyê serdana girtîgehan kiriye lê Îmrali ziyaret nekiriye û got; CPT peywira xwe neanî cih. Ji ber vê jî me gelek çalakî kirin. Ji bo CPT çavên xwe veke şandeyekê bişîne Îmraliyê em mal bi mal tax bi tax digerin û xebata nameyan dimeşînin.

Heta niha me 3 hezar û 22 îmze û name şandin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide.

CPT ger ku dibêje ez mafan diparêzim divê mefên gelê Kurd jî biparêze. CPT rola xwe nalîze. Heta serokatiya me azad bibe, em ê li kolanan bin. Çi ji destê me werê em ê bikin. Em CPT rehet bernadin. Divê gelê Kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibe.”