Walîtiya dewleta tirk a dagirker a Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku herêma çiyayên Cûdî û Gabarê ku di nava sînorên navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Basa û Silopiyayê dimîne, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî” hatine îlankirin.

Walitay dagirker ketin û derketina Cûdî û Gabarê ji şeniyên herême re qedexe kir.

Ragihand ku wê ev qedexe heta 24’ê gulanê bidome.