Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya got, di dema pandemiyê de tundî û komkujiya li dijî jinê zêde bûne.

Piştî ku şewba vîrûsa korona (Covîd-19) ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve weke pandemî hate ragihandin, li welatan hemûyan karantîna kete meriyetê. Ji ber karantînayê civak li malê asê bû. Ji aliyekî ve fikarên civakê zêde bûn, li aliyê din jî tundî û komkujiya li dijî jinê zêde bû.

Li gorî daneyên ku parêzvan û saziyên mafên jinan eşkere kirin, di Adara 2019’an de 1.804 carî tundiya li nava malbatê rû da. Îsal di heman mehê de ev hejmar gihîşt 2 hezar û 493 bûyeran. Ev dane jî li gorî serlêdanên jinan hate diyarkirin. Gelek jin hene ku ji ber hevserên wan li malê ne nikarin serlêdanê bikin, lewma tê texmînkirin ku hejmar zêdetir e.

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Kaya diyar kir, ji ber pandemiyê mayina li malê hem ji bo tenduristiya şexsî hem jî ji bo tenduristiya civakî berpirsyariyek e û got, dema dawî mal ji bo gelek jinan bûye qadeke ne ewle, ku tundî lê tê kirin, keda wan tê xwarin û ji nedîtî ve tên. Kaya destnîşan kir, dema ku atmosfera malê bi îzolasyona civakî re dibe yek, hingî pirsgirêkek mezintir rû dide û anî ziman, mêrên ku tundiyê dikin ji bo vê tundiyê veşêrin, jinan ji qada civakî qut dikin.

MAYINA LI MALÊ Û ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ

Kaya diyar kir, mayina ji ber şewbê li malê, hem dibe sedema zêdebûna tundiyê, hem jî veşartina vê tundiyê û got, “Bêguman nabêjim ku mêr hemû tundiyê dikin, lê belê mêrên ku meyla xwe li ser tundiyê hene, ev rewş ji bo wan wê bibe zemîneke guncav. Her wiha mayina malê ji ber ku ji b mêran wê bibe ‘acizî’, hîn bêhtir wê bi stres û agresîf bibin û ev jî wê li dijî jinê bê bikaranîn. Pirsgirêkeke din a girîng a ji ber vê tecrîda civakî rû bide ew e ku jin karê xwe ji dest bidin, lewma jî hîn bêhtir xizan bibin. Ev yek jî wê piştgiriya ji bo jina tundî lê hatiye kirin, ji bo mafê terikandinê û serlêdanên hiqûqî yên jinê wê zehmet bike.”

Kaya diyar kir ku divê bi mehaneyan û destûra bi ewle, di rojên pandemiyê de jin neyên xebitandin û destnîşan kir, mêr jî divê hesasiyeta ji ber pandemiyê nîşan didin, divê ji bo jinan jî nîşan bidin û fêhm bikin ku karên li malê ne tenê karê jinan e, her wiha berpirsyariya xwe jî tê de heye.”

XETÊN PIŞTGIRIYA JINAN

Kaya ragihand, ku Komeleya Jinan a Rosa wê di vê pêvajoyê de piştgiriya xwe ya ji bo jinan bidomîne ku tundî li wan tê kirin û got, “Lê belê dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Meqamên edlî û îdarî di vê demê de bie ku tundiya li dijî jinê weke rewşeke sereke nebînin. Ji ber ku hêzên ewlekariyê di dema asayî de jî hewl didin jinan îqna bikin, vegerînin malê û haya xwe ji qanûna bi hejmara 6284 nîne. Ji ber vê yekê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê divê tavilê giştînameyekê bişîne û li saziyên pêwendîdar hemûyan ferz bike ku berpirsyariyên Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284 bi cih bînin û li gorî wê tevbigerin. Pêwîste meqamên edlî û îdarî jinên ku tundî li wan tê kirin destpêkê bibînin û li gorî qanûnê tevdîran bigire û biryarên parastina jinan werbigirin.”