Di nameyê de bang li CPT hate kirin ku li gorî xala 3’mîn ya Rêbaza Konseya Ewropê tevbigere.Li Îngilistanê parlamenter, endamên sendîkayan, akademîsyen, parêzer, lord û rewşenbîr jî di nav de, zêdeyî 70 kesî ji Serokê CPT’ê Mîtchell re nameyeke hevpar şiyandin û xwestin ji bo rêber Apo demildest şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê.

Ji xeynî endamên înîsiyatîfê, zimanzanê navdar Noam Chomsky, Lîderê Berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn, ji rêxistina sendîkaya herî mezin a Îngilistanê Unite the Union’ê Simon Dubbins, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, ji parlamenteriya SNP’ê Chris Stephens, ji parlamenteriya Siin Fein’ê Chris Hazzard, Mickey Brady, parlamenterên Partiya Karkeran Kate Osamar, John McDonnell û akademîsyen, endamên sendîkayan, nivîskar û rojnamevan jî di nav de bi dehan kesan name îmze kirin û piştgirî dan.

Berdevka Konfederasyona Karkerên Koçber ya Ewropa Asiye Guden û gelek rojnamevan û hunermendan jî, name îmze kirin.

Di nameyê de tê gotin ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî tê dîtin: Ev 36 meh in bi ti rengî destûr nayê dayîn ku peywendî pê re bê danîn û tu agahî jê nayê girtin.

Bi vê tecrîda dermirovî û derqanûnî têkîliya Birêz Ocalan ya bi malbat û parêzeran re hatiye qutkirin û di nava “îzolekirinê” de tê girtin. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de hewl dide Girava Îmraliyê veguherîne “darbesteke li ser avê”.

Birêz Ocalan 75 salî ye û 25 sal in bi tecrîdê de û bi êşkenceyên zaliman re rû rû ye. Ev 36 meh in derbarê tenduristiya wî de tu agahî jê nayên girtin. Ev yek dibe sedemê fikareke ciddî û mezin.

Bi rewşa fîzîkî ya Ocalan re, niha li kuderê ye jî nayê zanîn. Ev rewş ji bo gelê Kurd mijareke hesas e. Ocalan weke nûnerekî dengê xwe yê neteweyî dibînin. Ji ber van sedeman, em ji we daxwaz dikin ku weke CPT demildest bikevin nava tevgerê û tirs û fikarên me û gelê Kurd ji holê rakin.

Weke CPT mafê we heye ku hûn serdana hemû cihên girtinê yên dewletên ku aliyê peymanê ne bikin. Tirkiye jî di nav van dewletan de ye. Ev yek desturê dide we ku hûn şandeya xwe ya pispor bişînin Îmraliyê. Dewleta Tirk xwedî wê berpirsiyariyê ye ku destûrê bide we ku hun serdana Birêz Ocalan bikin û pê re hevdîtinê bikin.

Divê CPT, li gorî xala 3’mîn ya Rêbaza Konseya Ewropê tevbigere. Birêz Ocalan welatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye û 25 sal in li vê dewletê ji mafên mirovan û 3 sal in jî ji mafê hevdîtina bi parêzeran û axaftina bi malbatê re, bêpar tê hiştin.

Bi hemû samimiyeta xwe yekane tişta ku em ji we dixwazin, demildest ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re û kontrolkirina tenduristiya wî şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê. Ev jî berpirsiyariyên we ye.

Eger hûn weke CPT û Konseya Ewropayê, zextê li Tirkiyê bikin, hune Tikriyê mecbur bikin ku desturê bide, da ku malbat û parêzerên wî biçin serdana wî. Em ê bi yekê pir kêfxweş bibin. Ev yek bi milyonan Kurdan eleqedar dike. Ev yek wê Tirkiyê teşwîk bike ku meseleya Kurd jî bi rengekî aştiyane çareser bike.

Ji bo ku we dema xwe ji me veqetand jî em spasiyên xwe pêşkêş dikin û hêvî dikin ku hûn vê daxwaza ya ji dil qebûl bikin û bi cih bînin.