Li gorî çavkaniyên xwecihî, êrîş bi bombeya zindî li dijî konvoya Walî Rahmatûllah Yarmal pêk hatiye. Di encama teqîna li qadê pêk hat de, 4 jê parêzvanên walî 4 sivîl bi giştî 8 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin walî bê ku birîndar bibe rizgar bûye, hate gotin ku piraniya birîndaran sivîl in. Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye.

Teqîn di demekê de ku Serokkomar Eşref Ganî li Qeterê bi rayedarên herêmê re diciviya pêk hat. Berî niha bi 3 hefteyan li bajarê Doha ya Qeterê di navbera hikûmet û tevgera Talîbanan de muzakere hatibû destpêkirin.

Hevdîtinên aştiyê yên 12’ê Îlonê hatibûn destpêkirin, tê armanckirin ku dawî li şerê 19 salan bînin.