Di panêlê de, Rojnamevan Aysel Avesta axivî û diyar kir Êzîdî ne tenê bi 74 fermanan, bi 100 fermanan hatine qirkirin û got;

Îro civaka Êzidî li Kurdistan, Kafkasya û Ewropa dijîn.

Dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye mafên etnîkî û olî yên Êzidiyan nas nakin.

Di nasnameyên wan de îşaretên weke X dideynin.

Di nava civaka Êzîdîd gotinek heye: Me serê xwe da, lê me sirra xwe neda.

Aysel Avesta got; Îro jî, çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirkiyê û mixabin PDK’ê bi hev re êrîşî Şingalê û civaka Êzîdî dikin.

Eger îro festîvalên bi vî rengî tên pêkanîn, ev bi saya şervanên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ’ê ye.

Wan pêşiya komkujiyê girtin. Şagirtên Rêber Abdullah Ocalan pêşiya qirkirina civaka Êzîdî girtin. Ji ber vê jî, civaka Êzîdî deyndarê wan e.

Aysel Avesta herî dawî got; Ez çûm Şingalê û min dît. Civaka Êzidî bi saya şagirtên Ocalan axa xwe rizgar kirin, piştre artêşa xwe ava kirin. Di aliyê leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kirine. Êdî civakek ku digirî û bêhêvî nîne. Civaka Êzidî ji bo parastina xwe û Şingalê YBŞ û YJŞ ava kirin.

13 welatên Ewropa, 3ê Tebaxê, weke roja qirkirina Şingalê ku di sala 2014’an de pêka hate qebûl kirin. Lê ev ne bes e. Divê statûya xweseriya Şingalê bê qebûl kirin û keêsn qikririn kirin û keêsn li pey wan jî werin darizandin.