Li gor agahiyên ku di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, ji destpêka salê ve 2 welatiyên Belûc û 7 welatiyên Kurd di girtîgehên rejîma Îranê de ji ber êşkenceya giran jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin bûyera herî dawî ciwanek Belûcî yê bi navê Mehmud Rexşanî (19) ji ber derbeya ku ji serê xwe xwaribû ev sê meh bûn di nexweşxaneya Emîr Elmumînun de bêhiş bû, vê hefteyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlehiya Îranê bi hinceta ku li mala wî çek heye, bi ser mala Mehmud Rexşanî de girtibûn.

Ji ber ku çek di mal de nehatibû dîtin, Rexşanî li gel xwe biribûn. Piştî ku Rexşanî ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî bi merc radestî malbata wî kirin.