Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê bi 5.6 pileyî erd hejiya. Doh jî bi 5.8 pileyî erdhejek pêk hatibû.

Li navçeya Kanîreş a Çewligê bi pileya 5.6 erdhej dîsa pêk hat. Erdheja ku rû da li gelek bajar û navçeyên derdorê hat hîskirin.

Doh êvarê jî li navçeya Kanîreşê erdheja bi pileya 5.8 rû dabû û li gundan avahî hilweşiyabûn û hin welatî birîndar bûbûn.