Daxwaza DYE’yê ya ji rêveberiya Berlînê ya ji bo şandina leşkeran ji Rojavayê Kurdistanê re hevkarênhikumeta bi serokwezaretiya Merkel kir du parçe. CDU bi rengekî erênî nêzî vê daxwazê dibe, lê SPD’ê dibêje, ‘nabe ku qala vê jî bê kirin’.

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê li nava Koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê James Jeffrey hefteya derbasbûyî li paytexta Elmanya Berlînê hin hevdîtin kiribû. Jeffrey ji rojnameya “Welt am Sonntag”ê re axivîbû û diyar kiribû ku divê Elmanya hêza bejahî bişîne bakurê Sûriyeyê û ji perwerde, lojîstîk û pêdiviyên teknîkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bibe alîkar.

Daxwaza Jeffrey a ji rêveberiya Berlînê bû rojeva sereke ya siyaseta Elmanyayê. Wezareta Karên Derve tenê diyar kir, “Di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de diyaloga çêker a der barê rola Elmanyayê de didome”. Lê belê vê mijarê ji niha ve hikumeta Xiristiyanên Demokrat-Sosyal Demokrat a bi pêşengiya Serokwezîr Angela Merkel kiriye du parçe. Her du partiyên ku di gelek mijaran de li hev nakin nayê zanîn, ku karibin vê krîzê çareser bikin an na.

CDU: DIVÊ DAXWAZE DYE’YÊ BÊ LÊKOLÎN

Yekîtiya Xiristiyanên Demokratîk (CDU) ku partiya Merkel e bi rengekî germ nêzî daxwaza Washingtonê dibe. Serokê Koma CDU/CSU ya li Meclîsa Federal Johann Wadephul diyar kir ku divê daxwaz bi baldarî bê lêkolîn û got, “Divê daxwaza rêveberiya DYE’yê di cih de neyê redkirin.” Wadephul diyar kir ku balafirên şer ên Tornado jî divê teqez li herêmê bê bicihkirin û got, “Li herêmê ne ewlekariya DYE, ewlekariya me mijar e.”

Seroka Giştî ya CDU’yê Annegret Kramp-Karrenbauer ji qenala televîzyonê ya ZDF re axivî û got, di prensîbê de ew bi rengekî germ nêzî vê daxwazê dibin.

Hevkarê CDU partiya CSU jî der barê mijarê de daxuyanî da. Pisporê parastinê yê partiya CSU Christian Schmidt ji rojnameya Bild re axivî û helwesta sosyal demokratan rexne kir û got, “Li dij min ku daxwaz bi bayê bezê bê redkirin. Beriya her tiştî divê em fêhm bikin ku kîjan şert û merc bûne sedem ku DYE daxwazeke wiha bike. Divê em bi rengê ‘pêkhatina aştiyê li Sûriyeyê, pêkhatina ewlekariyê û alîkariya ji bo vegera Sûriyeyiyan li welatê xwe’ nêzî pirsgirêkê bibin.”

SPD: DI VÎ KARÎ DE EM NÎNIN

Balkêş e ku Partiya Sosyal Demokratan (SPD) beriya ku pêşniyara DYE’yê bê nîqaşkirin red kir. Thorsten Schafer-Gumbel ê ku bi rengekî demkî serokatiyê ji SPD re dike di hesabê medya civakî de daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Em di nava karê şandina yekîneyên bejahî yên Elmanyayê ji bo Sûriyeyê de em nînin.” Berevajî vê gotinê sala 1999’an biryara şandina leşkerên Elman ji bo Kosovayê ji aliyê hikumeta SPD-Partiya Keskan a bi Serokwezaretiya Schroder ve hatibû dayin.

Tê gotin ku amadekirina destûrnameyê ji bo şandina leşkerên Elman ji Rojava re û pêşkêşkirina wê destûrnameyê ji bo Meclîsa Federal wê herî kêm du mehan bidome.