Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ’ê bi tevlîbûna hêzên herêmî yên Şengalê didome.

Fermandariya hêzên hevbeş ên Iraqî di sînorê Iraq û Sûrî de operasyon da destpêkirin. Operasyona hevbeş a bi navê ‘Operasyona îradeya Nasir’ a ku ji herêma Selehadin, Musil û Anbarê û heta sînorê Sûriyeyê ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ’ê hate destpêkirin.

Di operasyonê de li kêleka hêzên Iraqî her wiha hêzên bi navê Nusrel Mubin Ewel û Nusrel Mubîn Tinên jî tevlî vê operasyonê bûn.

Hêzên Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Tinên ji destpêka fermanê heya niha li dijî DAÎŞ’ê di berxwedanê de li gel YBŞ û YJŞ’ê di çeperan de cihê xwe digirt. Di vê têkoşîna pênc salan de gelek şehîd dan û bi îradeyek mezin heya niha erkê xwe yê parastinê pêk anî. Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubin Tinên ji hêzên heremî yên Şengal xwe rêxistin kirine. Li gel artêşa Iraq, Haşd-î Şabî, Haşd Aşaîrî, Hêzên Hewayî yên Iraqî û bi desteka hawayî ya hêzên koalîsyonê tevlî vê operasyona Selahadin, Musul, Anbar û sînorê Sûriyeyê bûn.