Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin.

Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne.

Polîsan deriyê odeya Uplînkê şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin. Polîsan her wiha tundî li xebatkarên ewlehiyê yên avahiyê kirin.